Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

BEJNA TE ZIRAV

23 Ocak 2020 - 21:34

BEJNA TE ZIRAV

Bejna te zirav dara çinarê 
Min ew dîtibû bin siya darê
Wexta min ew dît ez ketim xwerê
Dilê min kete rîşiyên şarê 

Bejna te zirav dara  rihanê 
Min ew dîtibû nava baxçanê 
Bêhna xwe bêhna gul û sêvanê 
Dilê min kete xemla bûkanê

Bejna te zirav dara  selwiyê 
Min ew dîtibû diçû bêriyê 
Rûyê xwe şêrîn wek tema tûyê 
Dilê min kete bejna horiyê

Bejna te zirav dara  kizwanê 
Min ew dîtibû li nav seyranê 
Bedew û narîn weke siltanê 
Dilê min kete meşa leylanê

Bejna te zirav gula nav daran  
Min ew dîtibû li ber dîwaran
Wê stû xar kir weke bê waran 
Dilê min kete herdû henaran 

Bejna te bo min gula baxçane 
Min tu dîtibû li nav malane  
Sîng û berê xwe minre zozane 
Dilê min kete sînga qîzane

Bejna te zirav dara  ber malan 
Min ew dîtibû ji nav hevalan 
Dilê min derxist wê êşa salan
Dilê min kete çavên xezalan

Bejna te zirav dara  çiyay reş
Seyda tu dîtî li nav Curnêreş 
Şêrîn û delal xwedî kenê xweş 
Dilê min kete biskên teyên reş.

Mehmet AYDOĞDU 
23.01.2020 ‐ 18:20
Pêncşemî
Köln / ALMANYA

YORUMLAR

  • 0 Yorum