DESTÊM JI TE NABE
Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

DESTÊM JI TE NABE

14 Eylül 2019 - 23:23

DESTÊM JI TE NABE

Wele jiyan bêy te nabe 
Bêy te dinya min ezabe 
Heke ferman li min rabe 
Dîsa destêm ji te nabe

Minre nema sebr û tebat 
Bêy te çibkim jîn û heyat 
Heke malêm bibe mêrat 
Dîsa destêm ji te nabe 

Bêy te jiyan tew nexweşe
Evîn dilê min dixweşe 
Zanim ezê bibim laşe 
Dîsa destêm ji te nabe 

Nabe rindê bêy te nabe 
Jiyan bê te pirr xirabe 
Heke alem bi me şabe
Dîsa destêm ji te nabe 

Were li vî warî em herin 
Li nav cîhan tev bigerin 
Weke teyaran tev bifirin 
Bila destêm ji hev nebe 

Seyda bêy te birîndare 
Li Curnêreş tim heware 
Rohnîk ji çavan dibare 
Jiyana min bêy te nabe.

Mehmet AYDOĞDU 
13.07.2009 - 10:30
Yekşemî
Li ser rêya Haremê di 
zikê/hindirê otebosêde.
İSTANBUL

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar