MIN DÎT ÇAVREŞEK ŞÊRÎN
Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

MIN DÎT ÇAVREŞEK ŞÊRÎN

06 Kasım 2019 - 14:11

MIN DÎT ÇAVREŞEK
ŞÊRÎN

Min dît çavreşek şêrîn
Nav dilê min kir birîn
Wexta çavên min lê ket 
Dilê min kire qêrîn

Min dît çavreşek delal
Çavên xwe çavên xezal
Were destên min bigre
Bi minre bibe heval

Min dît çavreşek kurdî 
Tu dermanî an derdî 
Rindê were bi destê xwe
Min xilaske ji vî derdî

Min dît xezalek çavreş
Dîn kir Seyday Curnêreş 
Ez xulama çavên reş
Were dilêm bike geş. 

Mehmet AYDOĞDU
04.11.2019 — 14:48
Gazi Hastanesi
Ankara

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar