MIN JÎ BIBE  BI XWERE
Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

MIN JÎ BIBE  BI XWERE

26 Kasım 2019 - 10:43

MIN JÎ BIBE 
BI XWERE

Tu strana dilê min
Her dem ser zimanê min
Gula nav kezeba min
Min jî bibe bi xwere

Min dît rojek payîzê
Weke şitla nêrgizê
Bese were lê qîzê
Min jî bibe bi xwere

Bejin dara çinarê
Dirêj weke minarê
Paşlêde cot henarê
Min jî bibe bi xwere

Ji bona min teze bê
Bermede nav kezebê
Bes li min mê xezebê
Min jî bibe bi xwere

Dilê min kire birîn
Şev û roj dikim qêrîn
Were rinda nav şêrîn
Min jî bibe bi xwere

Min fam nekir çima çû 
Ber çavên min wenda bû
Hiş û aqlêm pêre çû
Min jî bibe bi xwere

Bo çi viqas şêrînî
Wele ji bo min zînî
Tu halê min nabînî
Min jî bibe bi xwere 

Rûyê teyê henarî
Lêvên teyên şekerî
Bi rastî tu dîlberî
Min jî bibe bi xwere

Gula Seyday Curnêreş
Were dilêm bike geş
Qurbana wan çavên reş
Min jî bube bi xwere.

Mehmet AYDOĞDU 
26.11.2019 01:11
Sêşemî
Köln / Almanya

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar