RINDÊ BESE  VEGERE
Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

RINDÊ BESE  VEGERE

26 Kasım 2019 - 19:49

RINDÊ BESE 
VEGERE

Dil sewa te riziya
Meqetîn wek deziya
Xwîn êşk bû nav keziye
Rindê bese vegere

Dil ji bo te birîndar 
Şev û roj dike hewar 
Min ji xwe meke bêpar
Rindê bese vegere

Dilê min nale nale 
Min fam nekir çi hale
Te ez kirime kale 
Rindê bese vegere

Dil ji bo te xwîn digrî
Weke şîr bê qusûrî
Ji bo çi venagerî
Rindê bese vegere 

Ber dilê min şêrînî
Xwedê şandî mizgînî 
Minre mebê tu dînî
Rindê bese vegere 

Ji minre tu xezalî
Tim û tim çarde salî
Xilaske ji vî halî
Rindê bese vegere 

Were Seyday Curnêreş 
Destê min bigre bimeş
Bi hevre bibin dilgeş
Rindê bese vegere. 

Mehmet AYDOĞDU 
26.11.2019 — 10:38
Sêşemî 
Köln / ALMANYA

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar