Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

ŞAKE LI VÊ DINÊ

10 Şubat 2020 - 00:17

ŞAKE LI VÊ DINÊ

Di derîde rûniştî keça zaliman
Hember min diskine davêje çaliman
Çima li min ha dikî tu keça filan
Were dil dermanke şake vî dinê

Nizanim çi bikim keçê ji derdê te
Sebra min nayê canê wele qet bê te
Hesreta te ji bo min wek agir pête
Were dil dermanke  şeke li vê dinê

Dermanê dilê min tenê li ba teye
Carek binêr ka bê te kiyê min heye
Va berxwedana delal tev sewa teye
Were dil dermanke  şeke li vê dinê 

Dilê birîn ji bona te nale nale
Carek bala xwe bide min ev çi hale
Evîna te li dinê ez  kirim  kale
Were dil dermanke  şeke li vê dinê 

Dilê min birîne birîna bê derman
Keça zaliman li min rakirye ferman 
Bi ser min de hatiye xar erd û ezman
Were dil dermanke  şake vî li dinê 

Seydayê Curnêreşim dil birîndarim 
Li welatê xerîbiyê der bi derim
Bi şev û roj li dû yara xwe digerim
Were dil dermanke şeke li vê dinê.

Mehmet AYDOĞDU 
18.02.2018– 19:40 Yekşemî
Münih / Almanya

YORUMLAR

  • 0 Yorum