WELE PIRR  BÎRA TE KIR
Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

WELE PIRR  BÎRA TE KIR

02 Aralık 2019 - 10:55

WELE PIRR 
BÎRA TE KIR

Tu stêrkal ezmanan 
Kulîlka li zozanan 
Helbesta ser zimanan 
Wele pirr bîra te kir
Bile pirr bîra te kir 

Şêrîna weke şekir 
Te dilê min perçe kir
Ser sûra Diyarbekir
Wele pirr bîra te kir 
Bile pirr bîra te kir 

Bi roj di xeyalanda 
Bi şevê di xewnanda 
Di nav xewa giranda 
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir 

Li çolên xirên xwelî
Nav malê bi bermalî
Sond duxum bi her halî
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir 

Weke tavên biharê
Nola xetên mişarê
Havîn bin siya darê
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir 

Li nêçîra xezalan
Li nav dost û havalan
Zivistanê nav malan 
Wele pirr bîra te kir 
Bile pirr bîra te kir 

Wexta çûm xerîbiyê
Wek hebîsê mariyê
Wek agrê nav ariyê 
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir 

Her dem bîra te dikim 
Bêy te nizam çi bikim
Gazincan bi kê bikim
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir

Bîra te dikim her dem
Nikarime herim cem 
Ji dilre bikim melhem 
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir 

Curnêreş dibê Seyda
Hêşê xwe kirin wenda 
Kînga rabî di xewda 
Wele pirr bîra te kir 
Bîle pirr bîra te kir.

Mehmet AYDOĞDU 
02.12.2019 – 01:06
Duşemî
Köln / ALMANYA

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar