WERE WERE  RINDAM WERE
Mehmet Aydoğdu

Mehmet Aydoğdu

Aydoğdu Şiir köşesi

WERE WERE  RINDAM WERE

03 Aralık 2019 - 12:13

WERE WERE
 RINDAM WERE

Ji bo min şewq û şemalî 
Wele zanim tu xezalî 
Ber dilê min pirr delalî 
Were were rindam were 

Tu wek stêrkal ezmana 
Ji te tê bêhna rihana 
Dilê min xist nav zîndana 
Were were rindam were 

Di zîndananda rizandim 
Nav agirda şewitandim 
Bi zorê ji te qetandim 
Were were rindam were 

Şevên tarîde tu heyvî 
Ji bo min rojî ne şevî 
Ji bo çi ji min direvî
Were were rindam were

Wek horiya nav buheştê 
Xezala berî û deştê 
Bêhna te çiqasa xaş tê
Were were rindam were

Di qesranda şahbanûyî
Tu jiyana kevn û nûyî 
Lê nizanim kuda çûyî 
Were were rindam were

Ez zanim tu şaristanî
Kulîlka nav daristanî 
Bi rihê minre tu canî
Were were rindam were 

Wele bi rastî dotmîrî 
Şêrînî wek şekir şîrî
Tu keça mîr û wezîrî 
Were were rindam were 

Seyday Curnêreş re dilî 
Di nav baxçanda sorgulî
Kesk û sorda dixemilî
Li vê dinê sebra dilî
Were were rindam were.

Mehmet AYDOĞDU 
03.12.2019 – 23:43
Sêşemî
Köln/ ALMANYA

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar